Berhem Salih: Teqînên Bexdayê gefê li avakirina hikûmet û aştiya navxweyî dixwe
Serokomarê Iraqê tekez li ser wê yekê kir ku ew teqînên ku li Bexda qewmîne kiryarên terorîstî ne ku aramiya navxweyî û asayîşa welatiyan xistiye metirsiyê.
Li gorî rapora roja duşemê ya malpera 24; Serokomarê Iraqê Berhem Salih li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got: "Teqînên vê dawiyê di demekê de hatin ku guman heye ku aştiya navxweyî û desthilata destûrî ji bo pêkanîna hikûmeteke bihêz ku piştevaniya gelê Iraqê bike û biryareke niştimanî ya serbixwe garantî bike, asteng dikin.
Serokomarê Iraqê her wiha ragihand: Hikûmet û rayedarên vî welatî bi alîkariya xêrxwazan dê li şerê dijî terorîstan û jinavbirina koka wê bi ser bikevin.
Medyaya Iraqê şeva Yekşemê ragihand ku du teqîn li paytext Bexdayê qewimîn.
Di encama teqînan de 2 kes birîndar bûn.