Li Bexdayê mirovên çekdar pasevanekî serokomarê Iraqê kuştin
Çile 16, 2022 12:48 Asia/Tehran
Li devera Dore ya başûrê Bexdayê mirovên çekdar pasevanekî serokatiya komara Iraqê kuştin û çeka wî jî dizîn.
Li gor zanyariyên çapemeniyê îro 16.01.2022yê çekdarên nenas êrîşî navenda pasevaniyê ya serokatiya komara Iraqê li Bexdayê kirin û pasevanek kuştin.
Ew leşker ku nêzîk pira Mekanîk a li navçeya Dore ya li başûrê Bexdayê di erk de bû û bi gullên çekdaran ve hate kuştin û piştre jî wan çekdaran çeka wî jî dizîn û reviyan.