Çile 15, 2022 11:40 Asia/Tehran
  • Wezareta karên derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê êrîşa mûşekî li ser Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê şermezar kir

Wezareta karên derve ya Iraqê ragihand, dewlet dê sebebkarên êrîşa li ser balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê bişopîne û darizîne.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya Shafagh Newsê, Wezareta karên derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê êrîşa vê dawiyê ser balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê şermezar kir û ragihand: Ewlehî û aramiya Iraqê bijardeyek nîne, belkî riyeke tekûz e ku nîşana hebûna dewletê bi hemî saziyên wê û ewlehiya civakê ye.

Wezareta karên derve ya Iraqê her wiha ragihand: Dewlet careke din soza xwe ya dabînkirina ewlehiyê û parastina desteyên dîplomatîk û berxwegirtina hemî garantiyan ji bo hêsankirina xebata wan li gorî tiştê ku li konvansiyonên navneteweyî hatiye ragihandin, destnîşan dike.

Berêvara Pêncşemiyê çavkaniyên nûçeyan ragihand ku balyozxaneya Amerîkayê li Taxa Kesk a Bexdayê ketiye ber êrîşa bi roketan.

Heta niha tu komekê berpirsiyariya vê êrîşê negirtiye ser xwe.

 

Serepeyv