Çile 14, 2022 12:42 Asia/Tehran
  • Amerîkayê êrîşa li ser balyozxaneya xwe li Bexdayê piştrast kir

Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê êrîşa bi roketan li ser avahiyeke vê navendê piştrast kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê berbanga Îniyê di twitterê da nivîsî ku avahiya vê balyozxaneyê berêvara Pêncşemiyê ketiye ber êrîşekê.

Beriya viya medyayên iraqî êvara Pêncşemiyê ragihandibû ku navçeya Kesk a Bexdayê ku Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê tê da ye, ketiye ber çend êrîşên bi roketan.

Hîn tu komekê berpirsiyariya vê êrîşê negirtiye ustiyê xwe.

Li gorî lihevkirina dewleta Bexda û Waşîngtonê, biryar bû hêzên dagirker ên amerîkî di dawiya sala 2021ê terka axa Iraqê bikirana; Tevî vê yekê Koşka Sipî ragihand ku memûriyeta hêzên Amerîkayê li Iraqê ji leşkerî veguheriye şêwirmendiyê û ev hêz dê hema wisa li vî welatî bimînin.

 

Serepeyv