Êrîşa ser karwanê lojîstîk ê Amerîkayê li Iraqê
Çile 13, 2022 12:22 Asia/Tehran
Çavkaniyên iraqî ragihand, Karwanekî piştevaniya lojîstîk a hevpeymaniya Amerîkî li Babilê li başûrê Bexdayê bû armanca du bombeyan.
Kanala Saberîn a Îraqî şeva borî ragihand ku di nava karwanê de hejmarek kamyonên kelûpelên lojîstîk ên hêzên hevpeyman hebûn û dema ew derbasî sînorê parêzgeha Babilê dibûn rastî êrişê hat.
Li gorî çavkaniyên Iraqî, di encama êrîşê de ti ziyanên canî û ziyanên aborî çênebûne.
Di van rojên dawî de êrîşên li ser hêzên koalîsyona bi pêşengîya Amerîkayê zêde bûne.
Gelek kes û girûpên Iraqî daxwaza derketina hêzên terorîst ên Amerîkayê ji Iraqê dikin û parlamenta Iraqê jî plana vekişanîna van hêzan pesend kiriye.