Çile 12, 2022 23:27 Asia/Tehran
  • Serdana Kazemî bo Necefa Eşref

Serokwezîrê Iraqê di kêmtirî heftiyekê de bo cara duyem diçe parêzgeha Necefê.

Li gorî rapora Shafaq News`ê, Mistefa Kazimî serokwezîrê Iraqê roja çarşemê digel şandekê ji bo temamkirina serdana xwe ya ji bo agahdarbûna ji projeyên xizmetguzariyê sefera parêzgeha Necefa Eşref dike.

Armanca serdana Kazimî ji bo parêzgeha Necefa Eşref, agahdarbûna ji biryarên hikûmetê ye ku ji bo temamkirina projeyên xizmetguzariyê yên giring li wê parêzgehê pêwîst e.

Serokwezîrê Iraqê roja pêncşemî 6ê Çile jî serdana parêzgeha Necefê kir.

Herî dawî Parêzgarê Necefê Luwî El-Yasirî di civîneke çapemeniyê de ragihandibû ku ewê dest ji postê xwe berdide û ji Mistefa Kazimî xwestibû ku vê biryara wî bipejirîne.

Serepeyv