Komên Îraqî gefa rûbirûbûna bêdawî li dijî çekdarên Amerîkî dixwin
Komên Îraqî bêbaweriya xwe bi soza vekişîna hêzên Amerîkî ji Iraqê nîşan dan û gefa destpêkirina rûbirûbûna bêdawî li dijî leşkerên Amerîkî xwarin.
Li gorî rapora îro çarşemê ya El-Erebî El-Cedîd, Seed El-Saadî, yek ji rêberên tevgera Asaib Ehlî Heq li Iraqê, ragihand ku vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê derew e û dewleta Amerîkayê li ser plana derxistina hêzên xwe ji Iraqê û rêzgirtina li serweriya vî welatî pêbend nebûye.
El-Seedî diyar kir ku Amerîka tenê ji bo guhertina hêza şer bo hêzên neşerî ketiye tevgerê, lê di rastiyê de ew hêz hîn li ser axa Iraqê ne û me vekişîna wan hêzan û çûna wan bo baregehên Amerîka li Kuweyt, Qatar û welatên din nedîtiye.
Endamê Asaîb Ehlî Heq tekez kir ku Odeya Hevahengiya grûpên berxwedanê yên Iraqê bi biryar e ku rûbirûbûneke bê sînor li dijî hêzên Amerîkî li Iraqê û hemû berjewendî û armancên Amerîkayê li ser axa Iraqê bide despêkirin û di qonaxa paşîn de tundkirina operasyonên serbazî li dijî hêzên amerîkî dê berdewam bibe.
Li gorî biryara parlamenta Iraqê û li ser daxwaza piraniya girûp û tevgerên siyasî yên li wî welatî, diviyabû hêzên Amerîkî heta dawiya sala 2021ê ji Iraqê derkevin, lê tevî helwestên rayedarên fermî yên derbarê vekişîna hêzên Amerîkî de, şik û gumanên di vî warî de ji holê ranebûne.