Dema serlêdanên ji bo serokkomariyê li Iraqê dest pê kir
Çile 11, 2022 09:36 Asia/Tehran
Serokê Parlamenta Iraqê Mihemed Helbûsî duh dema navdayîna ji bo serokkomariyê diyar kir.
Li gorî tora Sumeriye News, El-Helbûsî di civînekê de got: “Di 15 rojan de kesên dixwazin bibin serokkomar, dikarin navên xwe bidin.”
Roja yekşemê di civîna yekemîn a parlamentê de Mihemed Helbûsî careke din wek serokê parlamentoyê, Hakim Ilzamî wek cîgirê wî yê yekemîn û Şaxewan Abdullah wek cîgirê duyemîn hatin hilbijartin.