Çile 08, 2022 09:24 Asia/Tehran
  • Terorkirina endamekî

Çekdarên nenas li bajarê Kerkûkê yê Iraqê endamekî Rêxistina Heşdî Şebiya Iraqê teror kirin.

Li gorî nûçeya Îniyê ya El-Furat Newsê; Piştî derbasbûna rojekê ser cinayeta terorkirin û kuştina fermandeyê Heşda Şeibî û malbata wî li Bexdayê, çekdarên nenas vê carê endamekî din yê grûpa berxwedanê li Kerkûkê teror kirin.

Li gorî vê raporê, medyayên Iraqê ragihandine ku endamê grûpa berxwedana gel Ela Seyd Yasir Remezan li devera El-Qadisiye ya parêzgeha Kerkûkê ji aliyê çend çekdarên nenas ve hatiye teror kirin.

Duh çekdarên nenas avêtine ser mala fermandarê lîwaya 45 a Heşda Şebî ya li Bexdayê Ehmed Ebdulmuteleb Ebdulrezaq û gulle berdane wî û hemû kesên ku li mala wî de bûn.

Şahidên bûyerê diyar kirin ku Ehmed Ebdulmuteleb bi çendîn gullan ji cihên cuda yên laşê xwe ketiye û niha li nexweşxanê ye. Ji aliyê din ve 5 kes ji malbata vî fermandarê tevgera gel ji ber giraniya birînên xwe yên ji ber gullan şehîd bûn.

Serepeyv