Çile 07, 2022 13:08 Asia/Tehran
  • Li navenda Iraqê li riya karwanê lojestîk a Artêşa terorîst a Amerîkayê bombek teqiya

Medyaya Îraqî şeva Pêncşemê ragihand ku dema karwanê lojestîk a têrorîstên Amerîkî ji Dîwaniyeyê li navenda Iraqê derbas dibû, bombeyek teqiya.

Kanala nûçeyan a Saber a Îraqî ragihand ku ew karwan dema ji Dîwaniyeyê re derbas dibûn, bi bombeyeke li kêleka rê hatiye armanckirin.

Li gorî rapora kanala nûçeyan a Saberîn`ê, gurûpa berxwedanê ya Iraqê ya bi navê "Esheb El Kehf" berpirsatiya wê operasiyonê girte stûyê xwe.

Kanala nûçeyan a Saberin ti agahiyên zêdetir û ziyanên wê teqînê neda.

Karwan û baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Iraqê di mehên dawî de çendîn caran bûne armanc.

Gelek kes û girûpên iraqî dixwazin hêzên terorîst ên amerîkî bi temamî ji Iraqê derkevin û parlemana Iraqê jî plana vekişandina van hêzan pesend kir.

Serepeyv