Çile 07, 2022 10:02 Asia/Tehran
  •  Li dijî mala berpirsekî Heşdî Şebî ya Iraqê êriş: 3 zarok û jinek hatin qetilkirin

Li Bexda li dijî mala berpirsekî Heşda Şebî êrişeke terorîstî pêk hat. Di êrişê de 3 zarok û dayika wan jiyana xwe ji dest dan.

Hate ragihadnin ku li taxa Edem a Bexda ji aliyê hejmarek çekdarên nenas ve li dijî mala berpirsekî Heşdî Şebî êrişeke terorîstî  pêk. Di êrişê de 3 zarok û dayika wan jiyana xwe ji dest dan. Ew berpirsê Heşdî Şebî jî birîndar bû.

Di êrişê de jinek 32 salî, zarokên wê yên  14 salî,  8 salî û 7 salî jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyan, ew berpirsê Heşdî Şebî fermandarê Lîwaya 45 a Heşdî Şebî bû. Hemû gullên hatine berdan ên demanceyê ne û li serê wan ketine.

Serepeyv