Çile 06, 2022 10:23 Asia/Tehran
  • Komeke iraqî berpirsiyariya êrîşa ser baregeha Eynul Esedê girtiye ustiyê xwe

Çend saetan piştî rapora çavkaniyên iraqî derbarê êrîşa bi roketan ser cihê istiqrara leşkerên amerîkî li baregeha asimanî ya Eynul Esedê, komeke iraqî bi awayê fermî berpirsiyariya vê êrîşê girte ustiyê xwe.

Li gorî rapora Fars Newsê, Koma bi navê Qasimul Cebarîn bi daxuyaniyekê bi fermî berpirsiyariya êrîşa li ser baregeha asimanî ya Eynul Esedê li rojavayê Iraqê girte ustiyê xwe.

 

Çavkaniyên iraqê êvara Çarşemiyê ragihand ku du karwannên piştgiriyê yên artêşa Amerîkayê û cihê istiqrara leşkerên amerîkî li baregeha Eynul Esedê bi herî kêm pênc roketan dane ber êrîşê.

 

Demek piştî vê raporê Koma Qasimul Cebarînê ragihand, têkoşerên me karî baregeha şerxwaziya Amerîkayê li rojavayê Iraqê bi navê Eynul Esedê bi hejmareke roketan bidin ber êrîşê û ev roket tam li armancan ketine.

 

Serepeyv