Çile 05, 2022 14:50 Asia/Tehran
  • Berhem Salih: Şehîd  Sulêymanî di demeke dijwar û qeyranî da hat hawara Iraqê

Serokomarê Iraqê tevî amajeya bi rola fermandarên Berxwedanê di têkoşîna dijî DAIŞê da got: Şehîd Sulêymanî di demeke dijwar û qeyranî da hat hawara Iraqê.

Li gorî rapora Baghdad Al Yawmê, Berhem Salih serokomarê Iraqê roja Çarşemiyê di merasima rêzgirtina salvegera duyem a şehîdbûna fermandarên berxwedanê li Bexdayê, شطهرگ.

Salih got: Di salvegera şehîdbûna Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Muhendis careke din em serketina li hemberî DAIŞê û têkçûna projeya vê koma terorîst li Iraqê bi bîr tînin.

Serokomarê Iraqê got: Li gorî mêrxasiyê fermandarên berxwedanê û rola wan di têkbirina DAIŞê da, dewleta nû ya Iraqê divê qeyranên niha bikare derbas bike.

 

Di vê merasimê da Falih Feyaz serokê Heşda Şeibiyê, Nûrî Malikî, serokê Hevpeym aniya dewleta qanûnê û Osman Xanimî wezîrê karên hundir ê Iraqê derbarê fermandarên berxwedanê û rola wan di alîkariya vî welatî di şerê dijî terorîsmê da axivîn.

 

Serepeyv