Çile 04, 2022 17:26 Asia/Tehran
  • Baregeha hêzên Amerîkayê ya Eyn Esedê jî li Enbara Iraqê rastî êrîşekê hat

Medyaya Iraqê ragihand, baregeha leşkerî ya “Eyn Esedê” ya li Enbarê ku hêzên Amerîkayê lê ne, rastî êrîşê hat.

Medyaya Iraqê ji çend jêderan ragihandin ku bi 2 droneyan êrîş li baregeha Eyn Esedê hatiye kirin, lê heta niha desthilatdarên Iraqê ti zanyarî derbarê wê êrîşê de nedane.

Hat ragihandin ku sîstema berevaniya asmanî rûbirûyî wan her du droneyan bûne û li asman ew teqandine.

Duhî jî bi riya 2 droneyan êrîş li ser binkeya serbazî ya “Victoria” ya Amerîkî di nava balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê de hatibû kirin. 

Serepeyv