Çile 04, 2022 16:15 Asia/Tehran
  • Bexda: Em li dijî bikaranîna xaka Iraqê ji bo sîxuriyê li dijî cîranên xwe ne

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê tekez kir, ku welatê wî qebûl nake ku xaka wê ji bo sîxuriya li dijî cîranên wê were bikaranîn.

Li gorî rapora malpera nûçeyan a El-Musselah`ê, Qasim El-Erecî, rawêjkarê ewlehiya netewî ya Iraqê roja duşemiyê bi Éric Chevalier(Êrîk Şuwaliyê) Balyozê Fransayê li Bexdayê re hevdîtin pêk anî û di vê hevdîtinê de bal kişand ser vê yekê ku rêveberiya berê ya Amerîkayê dixwest Iraqê bike qadekê ji bo tolvekirina ji welatên din.

Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Iraqê ragihand, şehîdkirina Serdar Qasim Silêmanî, fermandarê berê yê hêza Quds a Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî û Ebû Muhendî El Muhendis, cîgirê serokê rêxistina Heşda Şeibî. desdirêjiyek bû ku qet  nayê efûkirin û eva binpêkirina eşkera ya serweriya Iraqê ye.

El-Eracî ji danûstandinên navbera Îran û Erebistana Siûdiyê jî pêşewazî kir û tekez kir ku Iraq axa xwe weke meydana sîxuriya li dijî cîranan qebûl nake, lê divê Iraqê bibe cihê hevdîtina dost û birayan.

Di vê hevdîtinê de her du aliyan pêşhatên dawî yên siyasî û emnî yên navçeyê û peywendiyên Iraq û Fransa nirxandin.

Beriya vê civînê, bi boneya duyemîn salvegera şehadeta fermandarên berxwedanê, El-Erecî li ser rûpela xwe ya Twitterê careke din ev cinayeta binpêkirina eşkere ya serweriya niştimanî ya Iraqê bi nav kir û nivîsî: Bi berçavgirtina şert û mercên welatê me û berjewendîyên netewî divê li hemberî bûyerên wiha aqilmendî,hikmet û sebireke mezin were bikar anîn. 

Bajarên Iraqê bi taybet Bexda di rojên derbasbûyî de ji bo bîranîna şehîdên Balafirgeha Bexdayê rastî kombûn û merasîmên curbicur hatin.

Serepeyv