Çile 03, 2022 14:31 Asia/Tehran
  • Balyozê Îranê li Iraqê çû ser mezarê şehîd Ebû Mehdî El-Muhendis

Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê, roja yekşemiyê li bajarê Necef Eşrefê, çû ser mezarê şehîd “Ebû Mehdî El-Muhendis” cîgirê serokê rêxistina Heşda Şeibî ya Iraqê û ji vî şehîdê hêja yê berxwedanê hurmet û rêz girt.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, “Îrac Mescidî” Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê, li ser mezarê şehîd Ebû Mehdî El-Muhendis, bi xwendina fatîheyê, şehîdên mezin ên berxwedanê û di nav wan de şehîdê mezin û Fermandarê Hêza Quds a Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî, serdar general Hac Qasim Silêmanî bi hurmet û rêz bi bîr anîn.

Fermandarê hêza Quds a Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî general serdar Qasim Silêymanî, Cîgirê Serokê Rêxistina Heşda Şeibî Ebû Mehdî el-Muhendis û hejmarek ji hevalên wan sibeya roja Înê 3ê Çileya 2020 li nêzîkî balafirgeha Bexdayê paytexta Iraqê di encama êrişeke esmanî ya hêzên terorîst ên Amerîkayê de hatin terorkirin û şehîdkirin.

Serdar Silêmanî li ser vexwendina hikûmeta Iraqê çûbû Iraqê.

Serdar Silêmanî û Ebû Mehdî el-Muhendis kesayetiyên navdar ên şerê li dijî komên tekfîrî û terorîstî ji wan DAIŞê li herêma Rojavayê Asyayê bûn.

Serepeyv