Çile 01, 2022 18:08 Asia/Tehran
  • Berhem Salih: Em ê di sala 2022an da şehedê damezirandina dewleteke bihêz li Iraqê bin

Serokomarê Iraqê tevî pîrozkirina sala nû ya mîladî, got: Em ê di sala 2022an da şehedê damezirandina dewleteke bihêz li Iraqê bin.

Berhem Salih serokomarê Iraqê di twîtekê da tevî pîrozkirina sala nû ya mîladê, got: Saleke nû li pêşberî me ye û hêvî û xwerstekên gelê Iraqê ku bi vîn û iradeyên kêmdîtî tûşî dijwariyan bûye, bi xwe ra tîne.

Salih her wiha got: Gelê Iraqê bi vîn û iradeya xurt sozdarê parastina welêt, pêkanîna reforman û bidestxistina mafê jiyana bi rêzdarî ye.

Berhem Salih her wiha ragihand: Sala 2022an dê şehedêî damezirandina dewleteke nû li Iraqê be ku divê bihêz be û li kêleka gel û cînarên xwe ewleh be.

 

Serepeyv