Kanûn 31, 2021 14:15 Asia/Tehran
  • Li parêzgeha Babila Iraqê kesekî 20 endamên malbata xwe kuştin

Li navçeya Ceble ya bakurê parêzgeha Babilê, tohmetbarekî 20 endamên malbata xwe kuştin û piştre dawî li xwe jî anî.

Li navçeya Ceble ya bakurê parêzgeha Babilê, tohmetbarekî 20 endamên malbata xwe kuştin.

Çavkaniyekî ewlehiyê ji medyaya Iraqê re ragihand; bûyer di dema desteserkirina tohmetbar de rûdaye.

Dema hêzên ewlehiyê çûne cihê ku tohmetbar lê ye, kesê tohmetbar teqe li hêzên ewlehiyê kiriye û hejmarek endamên hêzên ewlehiyê birîndar kirine.

Piştre Hêzên Bersivdana Bilez hatine cihê bûyerê, lê belê tohmetbar bi çekan rûbirûyî wan jî bûye, hêzên ewlehiyê jê xwestine ku xwe radest bike, lê tohmetbar guh nedaye wan.

Hat diyarkirin; piştî ku hêzên ewlehiyê kesê tohmetbar birîndar kirine, tohmetbar jî berê çeka xwe li endamên malbata xwe ve zîvirandiye û 20 endamên malbata xwe kuştine, piştre bi lêdana gulleyek li serê xwe, dawî li jiyana xwe jî aniye.

Wezîrê Navxwe yê Iraqê Usman El Xanimî daxwaz kir; bi awayekî berfireh lêkolîn li ser dosyeya kuştina 20 kesan were kirin.

Serepeyv