Kanûn 31, 2021 13:34 Asia/Tehran
  • Wergêrekî Artêşa Amerîkayê: Sedam di nava çalê de nehat girtin

Yek ji wan wergêrên Iraqî ku ligel artêşa Amerîkayê dixebitî, bêyî ku navê wî were eşkerekirin, ragihand; Sedam Husên dîktatorê îdambûyî yê Iraqê di nava wê çalê de nehat girtin.

Di salvegera bidarvekirina Sedam dîktatorê Iraqê (30.12.2006) de, wergêrekî iraqî ku wê demê bi artêşa Amerîkayê re kar dikir di hevpeyvînekê de ligel ajansa Sputnikê, ragihand: Piştî girtina Saedam, rewş bi vî rengî hate çêkirin ku rêveberiya Amerîkî ya di bin serokatiya Bush de [bêyî zirarê] ji Iraqê derbikeve, da ku koalîsyona ku wî li dijî Iraqê avakir têk neçe û desthilatdariya Amerîka ku bi behaneya hebûna çekên komkujîçiyê li Iraqê û tehdîda wê ji bo aşitiyê êrîşî Iraqê kiribû zirarê nebîne û lawaz nebe.

Vî wergêrî ji ber tirsa kuştinê, navê xwe eşkere nekiriye û gotiye: “Bikaranîna wê çalê, ku tuyê bibêjî Sedam Husên xwe tê de veşartibû, tenê ji bo propagandayê bû.”

Wergêr amaje bi wê yekê jî kir, ku dîktatorê Iraqê yê îdambûyî, nedikarî bikeve tunêlê, ji ber ku tûnel gelekî teng bûye û di wê demê de ew lawaz bûbû.

Herwiha diyar kiriye: “Sedam Husên di 13ê Kanûna 2003an de, di rojekê de hat desteserkirin, haya wî ji tiştekî tunebû, tiştê ku tê gotin di çalê de bû, rast nîne.”

Derbarê odeya wî de wergêr gotiye: “Di odeya wî de du cihên razanê, radyo û televîzyoneke biçûk û hinek cilûberg û sol û pêlav hebûn.”

Serepeyv