Kanûn 30, 2021 20:18 Asia/Tehran
  • Pêşangehek li Kerkûkê ji bo bîranîna fermandarên berxwedanê

Pêşangeha çand û hunerê ya “Nûn wel-Qelem” li bajarê Kerkûkê yê Iraqê bi boneya duyemîn salvegera şehadeta general serdar Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî El-Muhendis hate vekirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, ev pêşangeh bi amadebûna “Xerîb Tazelî” endamê parlemana Kerkûkê, “Mehdî Teqî El-Amrlî” nûnerê parêzgeha Selahedîn û “Ebû Mistefa El-Imamî” "Cîgirê mêhwera bakurê yê Heşdî Şebî û çend serok eşîrên navdar ên parêzgeha Kerkûkê hat vekirin.

Di vê pêşangeha çand û hunerî de Odeyên weke Qurana pîroz, pirtûk, nano, pêşandanên dîjîtal ên ji bo zarok û ciwanan û her wiha beşa pêşe û hunerên destan ên Îslamî ji raya giştî re hatin pêşkêşkirin.

Di heman demê de, pêşangehek bi bîranîna şehîd general Hac “Qasim Silêmanî” û şehîd “Ebû Mehdî El-Muhendis” bi helkefta duyemîn salvegera şehadeta fermandarên serketî yên berxwedanê li bajarê pîroz ê Necefa Eşref jî hate vekirin.

Serepeyv