Li Necef Eşref ji bo bîranîna şehîd Silêmanî pêşangehek hate lidarxistin
Kanûn 30, 2021 11:41 Asia/Tehran
Pêşangeha bîranîna şehîd General Hac Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî El-Muhendis li Necefa Eşref bi helkefta duyemîn salvegera şehadeta fermandarên serfiraz ên berxwedanê hate vekirin.
Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya IRNA`yê, li vê pêşangehê, komek ji wêne û bîranînên fermandarên serfiraz ên berxwedanê, general Şehîd Silêmanî û şehîd El-Muhendis, li pêşberî raya giştî hatiye nîşandan.
Korgeneral Qasim Silêmanî, fermandarê Hêza Quds a Sipahê Pasdaran û Ebû Mehdî El-Muhendis, cîgirê serokê Haşdî Şebî tevî 8 kesên din di 3ê Çileya 2020an de di êrîşeke asmanî ya hêzên terorîst ên Amerîkî de li nêzîkî balafirgeha Bexdayê li Îraqê hatin terorkirin. .