Mistefa Kazimî: Erkê hêzên şerker ên biyanî li Iraqê bi dawî hat
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i331033-mistefa_kazimî_erkê_hêzên_şerker_ên_biyanî_li_iraqê_bi_dawî_hat
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî got:Erkê hêzên şerker ên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Iraqê bi dawî bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 30, 2021 05:01 Asia/Tehran
  • Mistefa Kazimî: Erkê hêzên şerker ên biyanî li Iraqê bi dawî hat

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî got:Erkê hêzên şerker ên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Iraqê bi dawî bûye.

Mistefa Kazimî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Bi temambûna erkên şer ên hêzên Hevpeymaniyê, hemû hêz û alav û kelûpelên şer ji Iraqê hatiye vekişandin û bo derveyî welat hatine veguhestin.”

Kazimî destnîşan kir: “Rola Hevpeymaniyê, dibe şêwir û piştevanî û ev jî li gor encamên gotûbêja stratejîk a navbera Iraq û Amerîkayê hatiye holê.”

Serokwezîrê Iraqê di beşeke din a twîta xwe de spasiya Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê û cîranên Iraqê kiriye ji ber piştevaniya wan a ji bo Iraqê di şerê dijî DAIŞê de û herwiha amadebûna hêzên Iraqê ji bo parastina gelên Iraqê aniye ziman.