Bombeyek li ser rêya karwanekî leşkerî ya hevpeymaniya navdewletî li Iraqê teqiya
Karwaneke hêzên hevpeymaniya navdewletî ya bi serokatiya Amerîka li parêzgeha Besra ya Iraqê bû armanca teqîneke bombekirî.
Li gorî rapora IRNA`yê, koma medyayî ya ewlehiyê ya Iraqê roja duşemiyê ragihand ku karwanekî barhilgir a alavên eskerî yên hevpeymaniya navneteweyî li ser riya El-Dîwaniye-Besrayê ya çûyîna ber bi Kuwêtê bû hedefa bombeyeke ku li kêleka rê hatibû bicihkirin, di encama teqîna vê bombeyê wesayîtekê xisar dît.
Di vê çarçoveyê de, duh Yekşemê jî 3 karwanên leşkerî û lojestîk ên hêzên Amerîkî û hêzên hevpeyman li parêzgehên Bexda, Qadisiye û El-Enbar li Iraqê bûne armanca bombeyên ku li kêleka rê hatine bicihkirin.
Li gor jêderên ewlekarî, grûpa bi navê “Tolhildana El-Muhendis” berpirsatiya êrîşa ser karwanên lojestîk ên artêşa Amerîkayê li Bexdayê girte ser xwe.