Kanûn 27, 2021 13:08 Asia/Tehran
  • El-Amirî: Mafê Serdar Silêmanî li ser Iraqiyan heye

Serokê Hevpeymaniya Fetih li Iraqê got ku mafê şehîd Silêmanî û Ebû Mehdî El-Muhendis li ser Iraqiyan heye.

Li gorî rapora roja duşemiyê ya El-Mewazîn News`ê, Hadî Amirî, serokê hevpeymaniya El-Fetihê, ji gelê Iraqê xwest ku di şemiya bê de li merasima salvegera şehîdbûna general serdar Qasim Silêmanî, fermandarê hêza Quds a Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî û Cîgirê Serokê Heşdî Şebiya Iraqê Ebû Mehdî El Muhendis beşdar bibin. 

El-Amirî tekez kir ku şehîd Silêmanî û Ebû Mehdî El-Muhendis deyn û mafekî mezin li ustiyê Iraqiyan hene û divê em bi beşdariya berfireh di salvegera şehadeta van her du şehîdên hêja de wan bi rêzdarî bi bîr bînin.

General serdar Qasim Silêmanî, fermandarê hêza Quds a Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ku roja 3ê Çileya 2020ê li ser vexwandina fermî ya rayedarên Iraqê çûbû vî welatî bi Ebû Mehdî El Muhendis Cîgirê Serokê Heşdî Şebiya Iraqê û heşt kesên din re di encama êrîşa esmanî ya hêzên êrîşkar û terorîst ên Amerîkî de li nêzîkî balafirgeha Bexdayê li Îraqê şehîd bûn.

Serepeyv