Li Kerkûkê mamostayek bi êrîşeke çekdarî hate kuştin
Kanûn 24, 2021 11:35 Asia/Tehran
Li taxa Yekê Hezîranê ya bajarê Kerkûkê hemwelatiyekî ku pîşeya wî mamostayî bû ji aliyê çekdarên nenas ve hate kuştin.
Berdevkê polîsê Kerkûkê Amir Nûrî Şiwanî vê derbarê de ji BasNewsê re ragehand, îşev li taxa Yekê Hezîranê ya bajarê Kerkûkê, hemwelatiyekî ku pîşeya wî mamostatî bû û bi netew jî ereb ji aliyê çekdarên nenas ve hate kuştin.
Herwaha got, derbarê bûyerê de hêzên polîs dest bi lêkolînê kirine.
Li gor zanyariyên berdest kesê ku hatiye kuştin navê wî Cume Hayse ye û temenê wî jî 45 salî ye.