Kanûn 21, 2021 15:45 Asia/Tehran
  • Heşda Şebî êrîşên terorîstên DAIŞ’ê yên li rojhilatê Iraqê şikandin

Hêzên Rêxistina Heşda Şebî ya Iraqê êrişa şaneyên veşartî ya terorîstên DAIŞê li rojhilatê vî welatî bê bandor kirin.

Li gorî rapora roja sêşemiyê ya kanala Telegramê ya Medya Berxwedanê, êrişa terorîstên DAIŞê ji aliyê lîwaya 110 ya hêzên Heşda Şebî yên Iraqê li bakurê rojhilatê parêzgeha Diyaleyê hat têkbirin.

Li gorî vê raporê, êrişên mayî yên terorîstên DAIŞê li gundê El-Meden li derdora navça El-Seediye hatin şikandin.

Bêencamiya êrîşa DAIŞ piştî derbasbûna çend rojan ser bidawîbûna operasiyona dawiyê ya Heşda Şebî li dijî vê koma terorîst di roja Yekşema 29ê Mijdarê pêk tê.

Operasyonên leşkerî yên hêzên ewlehiyê yên Iraqê ji bo paqijkirina deverên curbicur ên Iraqê ji terorîstên DAIŞê berdewam dikin.

Serepeyv