Artêşa Iraqê 2 terorîst li Felûceyê girtin
Kanûn 16, 2021 21:52 Asia/Tehran
Çavkaniyên medyayî ji girtina du terorîstan li Felûca Iraqê xeber da.
Li gorî rapora îro pêncşemê ya Sumaria News`ê, hêzên artêşa Iraqê di encama operasyona li bajarê Felûcê li parêzgeha El-Enbarê (rojavayê Iraqê) du terorîstên DAIŞê nas kirin û girtin.
Çapemeniya Îraqî ragihand ku operasyona dijî terorîstan li devera “El-Seqlawiye” ya Felûcê hatiye encamdan.
Di wê operasyonê de hêzên artêşa Iraqê herwiha dest danîn ser miqdareke zêde ji çek û cebilxanên bermahî yên terorîstên DAIŞê li Felûcê.
Duh, Çarşemê jî hêzên artêşa Iraqê di du operasyonên cuda de li parêzgehên Selahedîn û Kerkûkê karîn êrişî çeperên DAIŞê bikin.