Kanûn 15, 2021 18:45 Asia/Tehran
  • Operasiyona hevpar a Heşda Şeibî û hêzên ewlehiyê yên Iraqê li Selahedînê

Rêxsitina Heşda Şeibiya Iraqê qala destpêkirina operasiyona ewlehiyê bi mebesta paqijkirina navçeya Yesriba parêzgeha Selahedînê ji bermahiyên terorîstên DAIŞê bi beşdariya hêzên ewlehiyê kir.

Li gorî rapora Baghdad Al Yawmê, Rêxistina Heşda Şeibiya Iraqê roja Çarşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand: Hêzên Tîpa 14an a Heşda Şeibiyê û hêzên ewlehiyê yên Iraq di vê operasiyonê da navçeyên Zor Bûheşme û Bû Heşmeyê li perava Çemê Dijleyê ji hebûna bermahiyên terorîstên DAIŞê paqij kirin.

Hevdem Fermandetiya Heşda Şeibiyê li parêzgeha Besreyê ya başûrê Iraqê di civîna hevpar di gel fermandetiya artêşê li vê parêzgehê, rewşa ewlehiyê li vê navçeyê vekoland û wan li ser zêdekirina hevahengiyan tekez kir.

 

Serepeyv