PDK û YNKê li Bexdayê guftûgoyan bi aliyên Iraqî re dikin
Du şandên PDK û YNK bi awayekî cuda li Bexdayê ne û guftûgoyan derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de dikin.
Li gorî rapora Kurdistan24ê, Ji bo guftûgokirina derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de, du şandên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi awayekî cuda li Bexdayê ne.
Li gorî rapora Kurdistan24ê, Îro şandeke PDKê bi serokatiya Endamê Polîtburoya PDKê Huşyar Zêbarî gihîşt Bexdayê û di yekem westgeha xwe de, bi Serokê Hevpeymaniya Teqedum Mihemed Helbûsî civiya û guftûgo derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de kirin.
Şandeke din a YNKê bi serokatiya Qubad Talebanî li Bexdayê ye û bi Serokkomar Berhem Salih û Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm re derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de guftûgo kirin.
Di civînên her aliyan de, niha ti rêkeftinek nayê kirin, lê belê armanc ji van guftûgoyan ew e, bigihin hevtêgihîştinan, bi taybet ku PDK û YNK aliyên sereke yên pêkanîna hikûmeta nû ne.
Biryar e di çend rojên bê de jî, şandeke Tevgera Sedir û şandeke aliyên “Çarçoveya Hevahengiya Şîeyî” serdana Hewlêr û Silêmaniyê bikin.