Dijeterora Herêma Kurdistanê: Otomobîleke artêşa Iraqê li Şengalê hat şewitandin
Dijeterora Herêma Kurdistanê derbarê rewşa Şengalê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, otomobîleke artêşa Iraqê hat şewitandin û 2 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya Dijeterora Herêma Kurdistanê de hat ragihandin: “Di encama rûbirûbûna xwepêşandar û alîgirên YBŞê û artêşa Iraqê de li qezaya Şingalê, otomobîleke artêşa Iraqê hat şewitandin û 2 xwepêşander jî birîndar bûn.”
Dijeterora Herêma Kurdistanê her wiha diyar kir: “Piştî van aloziyan di navbera şervanên YBŞ'ê û artêşa Iraqê de, pevçûnên çekdarî rû dan û artêşa Iraqê vekişiya"
Îro çekdarên YBŞê dewama fermî ya dewletê li Şengalê rawestandin û artêşa Iraqê jî hêzeke ber bi Şengalê ve bir.
Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê daxuyaniyek derbarê rewşa îro ya Şengalê de belav kir û diyar kir, hêzên ewlekarîyê dest bi lêkolînan li ser bûyera teqekirinê û avêtina bombeka molotof li ser Hummerek artêşa Iraqê de kirine.