Kanûn 12, 2021 21:06 Asia/Tehran
  • Heta niha 3500 koçber ji Belarûsê hatine vegerandin

Wezareta Derve ya Iraqê ragihand ku heta niha sê hezar û 556 koçberên Iraqî li ser xwesteka wan ji Belarûsê vegerandine Hewlêr û Bexdayê û herwiha 383 paseportên vegerê jî dane koçberên li Belarûsê ku paseportên xwe ji dest dane.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf îro Yekşemê 12ê Kanûna 2021ê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Hewlên Wezareta Derve bo vegera wan koçberên Iraqî ku dixwazin vegerin Iraqê berdewam in, bo vê yekê balyozxanên Iraqê li Moskow û Warsawê hewl didin bo pêşkêşkirina hevkariya mirovî, tomarkirin û dana paseportên vegerê bo wan koçberên ku dixwazin vegerin Iraqê.”

Ehmed Sehaf got: “Me heta niha bi riya neh geştên esmanî yên neasayî sê hezar û 556 koçberên Iraqî li ser xwesteka wan ji Belarûsê vegerandine Hewlêr û Bexdayê, herwiha 383 paseportên vegerê jî dane koçberên li Belarûsê ku paseportên xwe ji dest dane.”

Ev di demekê de ye ku geşta dawî ya vegera koçberên Iraqî ji Belarûsê bo Hewlêr û Bexdayê, 10ê Kanûna 2021ê hat kirin, hikûmeta Iraqê wan geştan organize dike.

Zêdeyî mehekê ye ku bi hezaran koçber ku piraniya wan Kurd û Iraqî ne li ser sînorê Belarûs û Polandayê asê mane, ew di rewşeke zehmet de dijîn, koçber dixwazin bi riya Belarûsê biçin Polandayê û ji wê derê jî bighin welatên din ên Yekîtiya Ewropayê, lê heta niha bi kêmanî 10 koçberan li ser sînorê navbera wan herdû welatan canê xwe ji dest dane.

Li gor amarên Komeleya Penaberên Seranserê Herêma Kurdistanê, ji destpêka îsal 2021ê ve û heta niha zêdeyî 28 hezar kes ji Herêma Kurdistanê ber bi Ewropayê koç kirine.

Serepeyv