Tekeziya Kazimî li ser vekişandina hêzên şerker ên Amerîkayê ji Iraqê
Serokwezîrê Iraqê ragihand ku bi zûtî hêzên Amerîkayê yên şerker ji Iraqê derdikevin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a fermî ya Iraqê (WAA), serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî şeva şemiyê ragihand ku di çend rojên bê de hemû hêzên şerker ên Amerîkayê di çarçoveya rêkeftina stratejîk a ligel Iraqê de dê ji Iraqê derkevin.
Kazimî tekez kir, ku rola hêzên Amerîkî li Iraqê dê şêwirmendî bibe û vekişîna hêzên Amerîkî ji welêt şiyana hemû hêzên Iraqî ji bo parastina ewlehî û aramiya Iraqê nîşan dide.
Hevdemî vê yekê Balyozê Amerîka li Bexdayê Matthew Toller li gel Kazimî civiya û rola Iraqê di bihêzkirina ewlekarî û aramiya navçê de gotûbêj kir û pêşkeftinên di warê bidawîanîna rola şerker a hevpeymaniya Amerîka li Iraqê de hilkolandin.
Di 26ê Tîrmehê de, Bexda û Waşîngtonê li hev kirin ku hêzên şerker ên Amerîkî heta dawiya vê salê ji Iraqê derkevin, tenê çend leşkerên Amerîkî ji bo şêwirmendî û perwerdekirina hêzên Iraqî bimînin.
Li gorî daxuyaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê di sala 2014an de 3 hezar leşkerên Amerîkayê derbasî Iraqê bûne. Piştî serkeftina Bexdayê li dijî DAIŞê, gel û hikûmeta Iraqê tekezî li ser wê yekê kirin ku pêwîst e hêzên Amerîkayê ji welatê wan derkevin.