Kanûn 10, 2021 15:48 Asia/Tehran
  • Berpirsên Wezareta Pêşmerge û artêşa Iraqê civiyan

Di civînê de, encamên operasyonên hevbeş ên di nava çend rojên dawî de hatin guftûgokirin

Li gorî rapora Kurdisstan24ê, Li navçeya Banî Maqan a ser bi Çemçemalê ve, ji bo operasyonên hevbeş ên di nava çend rojên dawî de, doh 9/12/2021ê civîneke leşkerî di navbera rayedarên Pêşmerge û artêşa Iraqê de hat lidarxistin.

Civîn bi amadebûna Cîgirê Fermndarê Giştî yê Hêzên Çekdar Cafer Şêx Mistefa, Fermandarê Yekîney (70) Mistefa Çavreş, Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Cebar Yawer, berpirsên mihwerên (1, 2, 3, 4) ên Pêşmerge, ligel Fermandarê Operasyonên Kerkûkê Ferîq Rukin Elî Firîcî û fermandarên bilind ên artêşa Iraqê li Xirmatû – Kerkûk birêve çû.

Di civînê de, plan û pêngavên operasyonên çend rojên borî hatin guftûgokirin û bi girîngî tekezî li ser berdewamiya vê proseyê û encamdana operasyonên firehtir hate kirin, ew jî bi armanca tunekirina terorîstên DAIŞ'ê û paqijkirina herêmê bi temamî ye.

Di dawiya civînê de, her du aliyan nirxandinek ji bo destkeftên operasyonan kir û xalên erênî û dagirtina kêmaniyan hatin guftûgokirin, ji bo serkeftina temamî bi ser DAIŞê de û parastina ewlehî û aramiya navçeyê û xelkê wê.


 

Serepeyv