Biden balyozê nû yê Amerîka li Iraqê destnîşan kir
Koşka Spî di daxuyaniyekê de ragihand, hikûmeta Biden balyoza niha ya Amerîkayê li Kuweytê Alina Romanovsky weke balyoza nû ya Iraqê destnîşan kiriye.
Romanowski ji dema ku di sala 2019an de ji hêla Senatoyê ve wek balyozê Amerîkayê li Kuweytê hat pesendkirin heya vê demê li wî welatî balyoz bû. Ew ji îyaleta Îlînoysê ye û dêûbavên wê koçberî Amerîkayê bûn, bavê wê ji Polonya û diya wê ji Kanadayê bûn, wî bawernama masterê di têkiliyên navneteweyî de wergirt. bawernama lîsansê ji Zanîngeha Chicagoyê wergirt.
Her wiha wê li zanîngeha Tel Avîvê li Îsraîlê xwendiye û fransî, erebî û îbranî dizane.
Romanovsky deh salan ji bo CIA wekî analîsta îstîxbaratê li herêma Rojhilata Nêzîk û Başûrê Asyayê kar kiriye.
Li gor daxuyaniya Koşka Spî, Constance Milstein wek Balyozê Amerîkayê li Maltayê û Margaret Whitman, Rêvebera berê ya Hewlett-Packard Technology wek Balyoza Amerîkayê li Kenyayê hatin destnîşankirin.