Kanûn 07, 2021 15:21 Asia/Tehran
  • 6 çeteyên DAIŞê di êrîşa asimanî ya artêşa Iraqê da hatin kuştin

Çavkaniyên iraqî qala êrîşa balefirên şêrr ên vî welatî ser çeperên terorîstên DAIŞê li rojavayê Iraqê kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Erkantiya ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ragihand: Duşemiyê bi şev di encama êrîşa balefirên artêşa Iraqê li ser veşartîgehên koma terorîst a DAIŞê li çola El-Enbarê li rojavayê Iraqê 6 terorîst hatin kuştin.

Hevdem Mistefa Kazimî serokwezîrê Iraqê jî careke din destnîşan kir ku tu kesekî serayî vîn û îradeya dewletê nîne û tu çekek dê derveyî kontrola dewletê nemîne.

Serokwezîrê Iraqê bi weşandina twîtekê tevî amajeya bi van êrîşan, ragihand: Operasiyona artêşa Iraqê ji bo kokbirrkirina koma terorîst a DAIŞê li Iraqê dê were domandin.

 

Serepeyv