Hikumeta Kazimî derbarê êrişên DAIŞ’ê de daxuyaniyek da
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî da zanîn ku wê operasyonên wan li dijî DAIŞ’ê berfireh bibin û got "Hin komên din ên çekar jî dixwazin li dijî dewletê bisekinin, lê tu kes di ser qanûnê re tune ye û em ê li dijî wan bisekinin."
Li gorî nûçeya Hawar Newsê, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand ku wê operasyonên wan ên li dijî bermahiyên DAIŞ’ê berfireh bibin û ev hişyariya sergirtî da: “Hinek komên din ên çekdarî jî dixwazin li dijî dewletê bisekinin, lê tu kes di ser qanûnê re tune ye, em ê li dijî wan rawestin.”
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li ser zêdebûna êrişên DAIŞ’ê daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Kazimî ragihand ku ew ê weke dewleta Iraqê bi hemû hêza xwe li dijî DAIŞ’ê bisekinin û got: “Wê operasyonên leşkerî yên li dijî DAIŞ’ê mezin bibin.”
Kazimî her wiha diyar kir îro balafirên Iraqê li nuqteyên DAIŞ’ê dane.