Kanûn 05, 2021 21:38 Asia/Tehran
  • Karwanê Lojestîkê ya Artêşa Amerîkayê li başûrê Iraqê kete ber êrişê

Çavkaniyên medyayî yên Iraqê ragihandin ku karwanekî piştevaniya leşkerî ya Amerîkayê li başûrê Iraqê ketiye ber êrişa bi çekan.

Li gorî rapora Şefaq News`ê, karwanekî piştevaniya artêşa Amerîkayê ya bi navê Hevpeymaniya Dijî DAIŞê roja Yekşemê li parêzgeha El-Dîwaniyê bû armanca bombeyeke vedayî. Di vê çalakiyê de ti ziyanên canî çênebûne û tenê yek ji wesayitên vê karwanî hatiye derbekirin û xisar dîtiye.

Di mehên dawî de, karwanên ku kelûpelên piştgirîyê bo leşkerên Amerîkî yên ku li bingehên leşkerî yên curbicur li Îraqê bi cih bûne, gelek caran bûne armanca bombeyên li kêleka rê.

Piştî biryara parlementa Iraqê ya ji bo derxistina hêzên biyanî ji Iraqê û sistiya hikûmetê ji bo cihanîna vê biryarê, karwanên piştevaniya hêzên hevpeymaniya Amerîkî di hefteyê de çend caran û carnan jî rojane çend caran dibin armanca bombeyên li kêleka rê, lewma artêşa Amerîkayê veguhsetina kelûpelên leşkerî dispêrin destê kompaniyên xisûsî û taybetî yên Iraqê. 

Piştî biryara ku parlementa Îraqê ji bo derxistina hêzên biyanî pejirand, komên Îraqî tekez dikin ku divê hikûmeta Îraqî hêzên biyanî ji Îraqê derbêxe.

Serepeyv