Kanûn 05, 2021 14:42 Asia/Tehran
  • Terorkirina efserekî îstixbarata Iraqê

Çapemeniyê behsa terorkirina efserekî îstixbarata Iraqê li parêzgeha Kerbelayê kir.

Şefeq News ji zarê çavkaniyekî ewlekarî ragihand: Êvariya roja Şemiyê 2 çekdarên siyarbûyî li motorsîklêtekê, efserê îstixbaratê, Abbas Kazim Ebdulwahed El-Xezalî li bajarê El-Hur yê parêzgeha Kerbelayê kuştin.

Ev efserê îstixbaratê di beşa têkoşîna li dijî terorê ya Wezareta Karên Hundir de kar dikir.

Ew ji hêla serê xwe û sînga xwe ve kete ber gullan û yekser jiyana xwe ji dest da.

Serepeyv