Kanûn 05, 2021 12:13 Asia/Tehran
  • Terorîstên DAIŞê êrîşî ser gundekî Kerkûkê dikin

Terorîstên DAIŞê êrîşî ser gundê Lihêban yê li başûrê nahiya Sergeranê li kerkûkê kirin û xelkê gund daxwaza hevkariyê ji hêzên ewlehiyê yên Iraqê kirin.

K24ê ragihand ku terorîstên DAIŞê ji çar aliyan ve gundê Lihêbanê yê ku piraniya xelkê wî kurd in, dorpêç kirine.

Vê kanala kurdên Iraqê herwiha diyar kir ku şer di navbera xelkê gund û terorîstên DAIŞê de berdewam e û xelkê gund daxwaza hevkariyê ji artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge dikin.

Ev cara sêyemîn e ku terorîstên DAIŞê êrîşî ser gundê Lihêbanê kirine.

Serepeyv