Daxuyaniya hevbeş a Îran û Iraqê li ser civîna ji bo şopandina kuştina rêberên berxwedanê
Daxuyaniya fermî ya yekemîn civîna Komîteya Hevbeş a Iraq û Îranê li ser lêkolîna derbarê êrîşa terorîstî ya li dijî serdarên şehîd Qasim Silêmanî û şehîd Ebû Mehdî El-Muhendes û rêhevalên wan, bi pesendkirina 5 xalan hat weşandin.
Li gorî rapora IRNA`yê, ji aliyê Muslim Muteib, serokê Rêxistina Ewlekariyê ya Dadwerên Iraqê û Seyd Mistefa Seyd Eşrefî, alîkarê dozgerê Têhranê û serokê dîwana navneteweyî ya dadweriyê li Bexdayê, daxuyaniyeke hevpar a fermî hat îmzekirin ku xwediyê 5 xalan e derbarê şopandin û cezakirina berpirs û sebebkarên terorkirina serdarên berxwedanê yên wekî şehîd Hac Qasim Silêmanî, Ebû Mehdî El-Muhendes û rêhevalên wan li ser rêya firokexana navdewletî ya Bexdayê. Her du aliyan ev daxuyaniyê pejirandin.
Berçavgirtina hemû tedbîrên dadwerî û yasayî ji bo dadgehîkirin û sizakirina sebebkar û faktorên ku di terorkirina Serdar Şehîd Silêmanî û şehîd Ebû Mehdî El-Muhendes û hevkarên wan de, bi taybetî cinayetkarên Amerîkî yên ku di vê êrîşê de beşdar bûne, berdewamiya hevkariyên dualî ji bo kemilandina lêkolîna dadwerî ya ku niha li her du welatan de tê şopandin, bikaranîna hemû kapasîteyên berdest ji bo dabînkirin û kemilandina zanyariyên pêwîst, berdewamkirina çalakiyên Komîteya Hevbeş ya Lêkolînê ji bo misogerkirina kemilandina zanyariyên pêwîst ji xalên vê daxuyaniya hevbeş in.
Di daxuyaniyê de her wiha hatiye diyarkirin ku gera bê ya civîna Komîteya Hevbeş meha bê li Tehranê were lidarxistin.
Serleşker Hac Qasim Silêmanî û cîgirê fermandarê Heşda Şeibî ya Iraqê Ebû Mehdî El-Muhendes û hejmarek ji hevalên wan di sibeha Înê 3ê Çileya 2020ê de di encama êrîşa terorîstî ya Droneyên Amerîkî li firokxaneya Bexdayê de şehîd bûn. ,.