Nêzîkî hezar koçberên din ji Belarusê vedigerin Iraqê
Wezareta Derve ya Iraqê ragihand; di nava 24 saetên bê de nêzîkî hezar koçberên din dê ji Belarusê vegerin Iraqê.
Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf bi daxuyaniyekê ragihand; Wezîrê Derve Fuad Husên ligel hevtayên xwe yên Ewropayê di pêwendiyê de ye û ji bo rêgirtina li bazirganîkirina ser welatiyên Iraqê ji aliyê qaçaxçiyan ve, hewldanên xwe didomîne û Bexda pêşwazî li vegera koçberan dike.
Ehmed Sehaf eşkere kir ku Wezareta Derve, balyozxanên Iraqê yên li Moskow û Warşovayê raspartiye ku tîmên dîplomasiyê bişînin cihên mana koçberan ên li welatên Belarus, Lîtvanya û Polonyayê û hêsankariyê ji bo vegerandina koçberan bikin.
Li gor daxuyaniyê; di karwanê yekem de 431 koçber, di duyem de 176 koçber, di sêyem de 435 koçber gihîştin Iraqê û tê çaverêkirin ku îro 431 koçber bigihîjin û sibe jî 430 koçberên din vegerin.