Mijdar 19, 2021 20:49 Asia/Tehran
  • Berxwedana Iraqê: Me tu nîşaneyek derbarê derketina Amerîkayê nedîtiye

Komîteya Hevahengiya Komên berxwedana Iraqê tevî amajeya bi nêzikbûna sala nû ya mîladî, ragihand ku tu nîşaneyek derbarê derketina hêzên dagirker ên Amerîkayê ji axa Iraqê nedîtiye.

Li gorî rapora kanala Meyadînê, Komîteya Hevahengiya Komên berxwedana Iraqê nîvroya înê daxuyaniyek derbarê derketina hêzên leşkerî yên Amerîkayê ji axa Iraqê da.

Komîteya Hevahengiya Komên berxwedana Iraqê di vê daxuyaniyê da ragihand: Em ji nêzik va asta sozdariya derbarê naveroka tiştê ku wek Gotûbêjên Stratejîk hat zanîn dişopînion û baweriya me bi cidîbûna dagirkeran û sozên wan wek aliyekî wê tuneye.

 

Serepeyv