Dengê çend teqînan li Mûsila Iraqê hat bihîstin
Mijdar 19, 2021 13:00 Asia/Tehran
Çavkaniyên medyayî qala bihîstina dengê çend teqînan li bajarê Mûsilê yê navenda parêzgeha Neynewayê kir.
Li gorî rapora Sumiriye Newsê, Dengê teqînan sibeha îro û bi navbirên demî yên hindik li Mûsila Iraqê hatin bihîstin.
Çavkaniyên iraqî tiştek di vî warî da negotiye û sebeba sereke ya teqînan hîn diyar nebûye.