Mijdar 18, 2021 18:20 Asia/Tehran
  • 5 fermanberên ku li Nînowayê diziyeke mezin kirine hatin girtin

Pênc fermanberên fermangeheke parêzgeha Nînowa hatin girtin, ku tê gotin diziyeke mezin kirine.

Malpera Şefeq News bi zimanê çavkaniyekî ewlehiyê ya payebilind ve ragehand, ew pênc kesana di fermangeha avê ya Nînowayê de kar dikirin û diziyeke mezin di wan çar salên borî de li sînorê parêzgeha Nînowayê pêkanîne.

Malpera Şefeq Newsê li gor heman çavkaniyê ragehandiye, ew fermanberana çar sal in beşa sotemeniya rêveberiya ava qeza û nahyeyên Nînowa, bi navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê ve ji xwe re dizîne.

Ew fermanberana di cîha rêveberiya ava qeza û nahyeyan de îmza avêtine û beşa sotemeniya ji bo wan fermangehan hatiye di bazara reş de firotine.

Li gor heman çavkaniyê, ew pênc kes di lêpirsînê de ne û lêkolîn li gel wan tê kirin, ku bê zanîn di vê diziya mezin de kesên din jî li gel wan heye yan her ew bi xwe tenê ne.

Serepeyv