300 koçber ji Belarusê vedigerin Iraq û Herêma Kurdistanê
Biryar e îro balafireke Rêya Esmanî ya Iraqê ku nêzîkî 300 koçber tê de ne ji Mînsk a paytexta Belarusê bifire û destpêkê li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê rûne û paşê jî ber bi Balafirgeha Bexdayê ve biçe
Rêwiyên di nav balafirê de koçberên Herêma Kurdistanê û Iraqê ne ku piştî hêviya wan ji vekirina sînor ji aliyê Polandê bo nav Yekitiya Ewropa nema bi daxwaza xwe vedigerin.
Berdevkê Riya Esmanî ya Iraqê Husên Celîl ji Rûdawê re ragihand, biryare saet 8:30 beyanî yê îro balafireke mezin ya corê Boeîng, 300 koçberên Iraqî ji Belarusê vegerîne Hewlêr û Bexdayê. Balafir 6:15ê êvarî li balafirgeha Hewlêrê rûdine û piştre diçe Bexdayê.
Berdevkê Riya Esmanî yê Iraqê Husên Celîl dibêje, “Balafira Riya Esmanî ya Iraqê ji bo firînê amade ye. Înşallah beyanî ji bo vegerandina Iraqiyên asê mane ber bi axa Belarusê bi rê dikeve. Geşt ji Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê bo Balafirgeha Navdewletî ya Mînskê dibe. Paşê bo axa Iraqê. Ev geşta piştî rawestanê dibe geşta yekem. Berî vê geştê çar geştên din hebûn ku nêzîkî hezar Iraqiyên li Belarusê asê mabûn hatin vegerandin.”
Berdevkê Wezareta Derve yê Iraqê Ehmed Sehaf jî ragihandiye, hejmara wan Iraqiyên daxwazname bo vegera ji sînorê Belarusê bo Iraqê tomar kirine 325 kes in û her diçe hejmaran wan kesan zêde dibe.