Mijdar 14, 2021 08:38 Asia/Tehran
  • Li Qeretepeya navçeya Xaneqîna Iraqê hejmarek gullên hawin ketin xwarê

Du welatiyên li Qeretepa Xaneqînê êvara duh di encama ketina hejmarek gullên hawin de birîndar bûn.

Çavkaniyekî ewlehiyê li nahiya Qeretepe ji K24ê re ragihand; şeş gullên hawin arasteyî nahiya Qeretepe li sînorê navçeya Xaneqînê hatin kirin û ji wan du gulle li nêzîkî malên welatiyan ketin xwarê.

Vî çavkaniyê herwiha diyar kir ku du kes di encama berketina parçeyên gulleyekê de birîndar bûn.

Heman çavkanî eşkere kir ku gulleyeke din jî li ber mala welatiyekî ketiye û ziyana maddî gihandiye.

Serepeyv