Mijdar 13, 2021 22:55 Asia/Tehran
  • Emîrê nîşanvanên DAIŞê li Kerkûkê hat kuştin

Rêveberiya Îstixbarata Leşkerî ya Iraqê, kuştina emîrekî DAIŞê li Kerkûkê ragihand.

Rêveberiya Îstixbarata Leşkerî ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, piştî çavdêriya sê mehan û komkirina zanyariyan, emîrê DAIŞê yê bi navê Yasîn Sukir Mihemed Izzî (Ebû Qutade) li başûrê Kerkûkê hat kuştin.

Wê rêveberiyê herwiha diyar kir ku Ebû Qutada ku wek emîrê nîşanvanên DAIŞê dihat naskirin, di operasyona hevbeş a hêzên Rêveberiya Îstixbarata Leşker û Dezgeha Dijeterorê de li geliyê El-Şay hate kuştin.

Rêveberiya Îstixbarata Leşkerî aşkere kir ku du çekdarên din ên DAIŞê jî li devera Bomehemed li geliyê EL-Şay di komînekê de birîndar bûn.

Ji aliyekî din ve, Şaneya Ragihandinê ya Ewlekariya Iraqê ragihand, berpirsê ku pereyan li malbatên DAIŞê yên li parêzgeha Kerkûkê belav dike jî, hate desteserkirin.

Serepeyv