Iraq karê Konsulê Belarusê li Bexda û Hewlêrê rawestand
Wezareta Derve ya Iraqê hişyarî dide, koçberên li ser sînorê Belarus û Polandayê asê mane, di metirsiyeke rasteqîne de ne.
Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf di daxuyaniyekê de ragihand, koçberên Iraqî li Belarusê di metirsiyeke rasteqîne de ne û ketine destê kesên bazirganiyê bi mirovan dikin.
Sehaf diyar kir, hemû geştên rasterast ên ji bo Belarusê hatine rawestandin û destûra kar a konsulê fexrî yê Belarusê li Bexdayê bi awayekî demkî hat ragirtin.
Sehaf destnîşan kir: “Ev pêngav ji bo parastina welatiyên Iraqî ji torên qaçaxçiya mirovan a di riya Belarus û Polandayê re tê.
Wî herwiha da zanîn: Balyozxana Iraqê li Mosko û Warşovayê hevkariyê dikin ji bo kesên li sînorên Belarus û Polandayê asê mane, bigihêjin miirazê xwe.
Ev pêngavên hikûmeta Iraqê piştî wê yekê tê, hejmarek mezin ji koçberên Iraqê ku piraniya wan Kurd in li ser sînorê Belarus û Polandayê asê mane ku rê nayê dayîn derbasî Ewropayê bibin.
Pirsa koçberên li ser sînorê Belarus û Polandayê asê mane, karvedaneke navdewletî li pişt xwe aniye û tê gotin ku Belarus koçberan ji bo armacên siyasî li hember Yekîtiya Ewropa bi kar tîne.