Mijdar 11, 2021 14:15 Asia/Tehran
  • Xuyabûna yekem a El-Kazimî li nav kolanên Bexdayê piştî êrîşa terorîstî ya vê dawiyê

Serokwezîrê Iraqê di yekemîn xuyabûna xwe ya piştî êrîşa terorîstî ya vê dawiyê da, serdana hin taxên Bexdayê kir.

Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya El-Quds El-Erebiyê, Ofîsa Mistefa Kaizmnî bi daxuyaniyekê ragihand: Kazimî serdana hin tax û kolanên bajarê Sedrê li rojhilatê Bexdayê kiriye û bi hejmareke gel ra jî axiviye. Welatiyên iraqî jî di vê hevdîtinê da, tendurustî û filitîna Kazimî ji êrîşa terorîstî li wî pîroz kirin.

Li gorî vê raporê, El-Kazimî serdana kolana Felah li navenda bajarê Sedrê jî kiriye.

Cihê mayîna Mistefa El-Kazimnî serokwezîrê Iraqê li taxa Kesk a Bexdayê berbanga yekşemiyê ketiye ber êrîşa drona teqînê; Lê ew ji vê operasiyona terorê sax filitî.

 

Serepeyv