Mijdar 10, 2021 00:06 Asia/Tehran
  • Li bakurê Bexdayê 3 terorîstên DAIŞê hatin kuştin

Çavkaniyên iraqî ragihandin ku hêzên Heşdî Şebî li derdora paytexta Iraqê Bexdayê bi terorîstên DAIŞê re ketine şer û pevçûnê.

Rayedarekî ewlekarî îro Sêşemê ragihand ku di encama şer û pevçûnên navbera Heşda Şeibî û endamên rêxistina terorîst a DAIŞê li devera El-Taremiye li bakurê Bexdayê de 3 terorîstên DAIŞê hatine kuştin.

Di vê derbarê de rayedarê ewlekariyê eşkere kir ku lîwayên El-Taremiye El-Hişd El-Şebî 2 terorîstên DAIŞê li baxçeyên El-Buhammed Şehab li navçeya El-Taremiye li bakurê Bexdayê kuştine.

Herwiha hêzên Heşdî Şeibî karî xwekujekî DAIŞê berî ku xwe biteqîne û xwe nêzîkî hêzên çekdar ên Iraqê bike, bikujin.

Serepeyv